Tîrmeh 24, 2022 10:37 Asia/Tehran
  • Baregeha leşkerî ya Tirkiyê li Dihokê kete ber êrîşa bi dronan

Baregeha leşkerî ya Tirkiyê li Dihoka Herêma Kurdistana Iraqê kete ber êrîşa bi dronan.

Li gorî rapora Saberin Newsê, Vê sibê dengê heft teqînan li nav baregeheke leşkerî ya Tirkiyê li Iraqê hat bihîstin.

Li gorî vê raporê, çend dronên bi baskên neguhêr, baregeha leşkerî ya Bamerniyê li ser sînorê Iraq û Tirkiyê dane ber êrîşê.

Êvara Înê jî baregeha leşkerî ya Tirkiyê ya Zelikanê li Başîqeya parêzgeha Neynewayê li bakûrê Iraqê ketre ber roketan.

 

Serepeyv