Tirkiye dîsa êrîşî bakurê Iraqê kir
Çavkaniyên nûçeyan şeva Înê êrîşa balefirên şer ên Tirkiyê bo ser parêzgeha Dihokê li bakurê Iraqê ragihandin.
Li gorî rapora ajansa nûçan a Iran Press`ê, çavkaniyên nûçeyan şeva Înê ragihandin ku balafirên şer ên Tirkiyê dîsa deverên "Amidiyê" li parêzgeha Dihokê bombebaran kirine.
Derbarê ziyan û zirarên vê êrîşê de heta niha ti raporek nehatiye belavkirin.
Ofîsa Serokomariya Iraqê pêştir bi şermezarkirina êrişên Tirkiyê li bakurê Iraqê ragihandibû ku êrişên dubare yên artêşa Tirkiyê li ser xaka Iraqê binpêkirina giran a serweriya Bexdayê û binpêkirina eşkere ya qanûn û yasayên navdewletî ye û berovajî peywendiyên cîrantiyê ye .
Roja Çarşemê di encama topbarana artêşa Tirkiyê li ser navendeke geştiyariyê li parêzgeha Dihokê, herî kêm 9 sivîl hatin kuştin û 31 kesên din jî birîndar bûn.