Baregeha leşkerî ya Tirkiyê li Bamernê kete ber êrîşa dronan
Bi dronan êrîşî baregeha leşkerî ya Tirkiyê li nahyeya Bamernê li parêzgeha Duhokê hat kirin.
Li gorî nûçeya Rûdawê, bi dronan êrîşî baregeha leşkerî ya Tirkiyê li nahyeya Bamernê li parêzgeha Duhokê hat kirin.
Li gor zanyariyan, êrîş bi rêya du dronan hatiye kirin.
Bi gotina heman çavkaniyê Rûdawê, dronek bixwe ketiye xwarê û drona din jî gulle berdanê xistin xwarê.
Hîn tu aliyekî fermî derbarê bûyerê de daxuyanî nedaye.
Ev êrîşa bi dron a li ser serbazgeha Tirkiyê ya li Bamernê piştî du rojan ji topbarana Tirkiyê ser cihekî geştyarî li sînorê Zaxoyê tê ku di encamê de 9 kesan jiyana xwe ji dest dan û 26 kes jî birîndar bûn.
Roja Çarşembê 20ê Tîrmeha 2022an, seyrangeha gundê Perexê li navçeya Zaxoyê li Herêma Kurdistanê hat topbarankirin û di encama topbaranê de 9 kes hatin kuştin û 26 kes jî birîndar bûn.