Tîrmeh 18, 2022 22:42 Asia/Tehran
  •  2 leşkerên din ên Tirkîyê li bakûrê Iraqê hatin kuştin

Wezareta Berevanîyê ya Tirkîyê piştrast kir ku 2 leşkerên din ên vî welatî li bakûrê Iraqê hatin kuştin.

Wezareta Berevanîya Tirkîyê ragihand ku 2 leşkerên vî welatî di encama êrişekî da li nêzîkî Mûsilê hatin kuştin.

Dayra Dijeteror a Herêma Kurdistanê jî ragihand ku 5 kes di encama êrişa bi xwefirê ya Tirkîyê da ser maşînekê li nêzîkî Medxel Şamê li rojavaya Mûsilê 5 kesên ser bi PKKyê ji wan jinek hatin kuştin.

Tirkîye di van salên dawîyê da bi heceta sekinîna himberî PKKyê ketîya bazineya 70 kîlomêtrî ya axa Iraqê û bilî ku gellekî nêzîkî Mûsilê bûye, bi dehan binke li Herêma Kurdistanê û axa Iraqê ava kirine.

 

Serepeyv