Nûnerê PDK'yê: Heta niha tu lihevkirinek li ser berendamê serokomartiyê pêk nehatiye
Cîgirê serokê parlimana Iraqê û endamê taxima gotûbêjker a Partiya Demokrat a Herêma Kurdistana Iraqê (PDK) ragihand ku heta niha tu lihevkirinek li ser berendamê serokomartiya vî welatî pêk nehatiye.
Şaxevan Ebdullah, Cîgirê serokê parlimana Iraqê û endamê taxima gotûbêjker a Partiya Demokrat a Herêma Kurdistana Iraqê (PDK) tevî amajeya bi lihevnekirina derbarê bijartina berendamê serokomartiyê, got: Heta wê demê ku peyamek ji aliyê partî û tevgerên siyasî ji bo lihevkirinê neyê şandin, civîna bijartina serokomar dê neyê lidarxistin.
Cîgirê serokê Parlimana Iraqê got: Divê herî zû dewleta nû ya Iraqê pêk were û ev meseleya girîng divê di çarçoveya qanûnê da be. Wî got: Em ji partiyên siyasî jî dixwazin ku li ser pêkanîna dewleta nû li hev bikin, ji ber ku ev lihevkirin dibe sebeb ku pêvajoya bi awayekî erênî bi pêş da here.
Hevdem nûnerê êzidî yên PDK'yê li parlimana Iraqê got: Eger du partiyên kurdistanî li hev nekin, nûnerên kurd ên parlimana Iraqê pêwîst e ku serokomar bibijêrin.
Şerîf Silêman di gotûbêja bi ajansa neteweyî ya nûçeyan a Iraqê (NINA) ra got: Baştir e ku di rewşa lihevnekirina du partiyên kurdistanî li ser berendamê serokomartiya Iraqê, di navbera nûnerên kurd ên parlimanê da lihevkirinek derbarê danasîna berendamekî hevpar pêk were, ji ber ku resm û şêwazên berê yên biddestxistina cîgehên hakimiyetê navbera kurdan û heta navbera şîe û suneyan guherîne.
Ji aliyê din va endamekî payebilind ê Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistana Iraqê (YNK) got: Li gorî alûgorên pêkhatî, parlimana Iraqê ji bo bijartina serokomar dibe xwedî desthilat.
Xiyas Sûrçî di gotûbêja bi Melûmeyê ra got: Partiya demokrat a Kurdistanê hêviya xwe li dijayetiya hin partiya tev bijartina dubare ya Berhem Salih ji bo serokomartiya Iraqê girêdaye û ev di halekî da ye ku Çarçoveya Hevahengiyê pişta Berhem Salih digire û bi caran daxswaza çareserkirina meseleya bernedamê serokomartiya Iraqê bi rêya lihevkirina navbera kurdan kiriye.