Tîrmeh 08, 2022 08:44 Asia/Tehran
  • Pêwîstiya Herêma Kurdistanê rojane bi 8 milyon lître benzîn heye

Berdevkê Benzînxaneyên Silêmaniyê Behmen Qadir, da zanîn sedemê giranbûna nirxê benzînê li Herêma Kurdistanê ji ber wê yekê ye ku li hundirê Herêmê palîngehên taybet ji bo hilberandina benzînê tunene da ku nirxê benzînê dakeve. Her wiha got, rojane pêwîstiya Herêma Kurdistanê bi heşt milyon lître benzîn heye.

Li gorî rapora Roj Newsê, Têkildarî sedemên giranbûna nirxê sotmeniyê bi giştî û benzîn bi taybetî, Bedevkê Benzînxaneyên Silêmaniyê Behmen Qadir got: “Li Herêma Kurdistanê palîngehek hikûmî wek ya hikûmeta Iraqê nîne. Da ku bikare nefta xam hilberîne, paqij bike û bi nirxek erzan bide welatiyan.”

Behmen Qadir diyar kir nirxê benzînê li Herêma Kurdistanê li gel nirxê borsaya cîhanê ye, ger li borsayê de giran bibe, li Herêma Kurdistanê jî giran dibe, ger erzan jî bibe li Herêma Kurdistanê erzan dibe.

Berdevkê Benzînxaneyên Silêmaniyê eşkere kir Herêma Kurdistan rojane pêwîstiya wê bi 8 milyon lître benzîn heye û wiha dom kir: “Peydakirina benzîna bi 690 dînarî ku taybete bi taksiyan û benzîna bi 800 dînarî bo wesayîtên taybet, bi lihevkirinek di navbera wezareta çavkaniyên xwezayî ya Herêmê û hikûmeta Iraqê de bû. Lê hinek rojan Bexda vê benzînê dişîne, hin rojan jî naşîne.”

Nirxê benzîna bazirganî bi awayek berbiçav giran bûye. Niha nirxê lîtrek benzîna super bi 1450 dînar e, benzîna cûrê Muhesen bi 1375 dînar e, ya cûrê Normal bi 1250 dînar e.

Roja 19’ê Hezîrana 2022’an Wezîrê Elektrîk û Çavkaniyên Xwezayî yê bi wekalet ê Herêma Kurdistanê Kemal Mihemed Salih ragihandibû ku her lîtrek benzîna ku bi 800 dînar tê firotina welatiyan li ser hikûmetê 1200 dînaran radiweste.

Piştre roja 22’yê Hezîranê jî Serokê Koma Yekgirtû li Parlementoya Herêmê Şêrko Cewdet di civîneke çapemeniyê de bersiva vê daxuyaniya wezîr da û got, hikûmet benzîna ku bi 800 dînarî difiroşe welatiyan, bi 400 dînarî hildiberîne û ji bo her lîtrek 400 dînar ji welatiyan qezenc dike.

 

Serepeyv