Hevdîtin û civînên Şanda Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê li Bexdayê
Duh şanda Wezareta Pêşmerge ku bi serdaneke fermî li Bexdayê ye, hejmarek hevdîtin û civîn ligel Fermandariya Operasyonên Hevbeş, Wezîrê Berevanî, Serokerkanê Wezareta Berevaniya Iraqê encam dan û li ser pêkanîna du lîwayên hevbeş di navbera Pêşmerge û hêzên artêşa Iraqê de gotûbêj kirin.
Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê duh di daxuyaniyekê de ragihand ku şanda wê bi serokatiya Serokerkan Îsa Uzêr serdana Fermandariya Operasyonên Hevbeş a Iraqê kir û ji aliyê Cîgirê Fermandarê Operasyonên Hevbeş Ebdulemîr Şemerî ve hat pêşwazîkirin.
Di daxuyaniyê de hat eşkerekirin, Ebdulemîr Şemerî kurteyek li ser çalakî û karûbarên Wezareta Berevanî û Fermandariya Operasyonên Hevbeş ji aliyê şêwaza rûbirûbûna grûpên terorîstan û li ser mijarên ewlehî û serbazî yên Iraqê, pêşkêş kir. Piştre şanda Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê, serdana beşên Fermandariya Operasyonên Hevbeş kir.
Piştre şanda Wezareta Pêşmerge, di du hevdîtinên cuda de ji aliyê Wezîrê Berevanî yê Iraqê Cûme Înad û Serokerkanê Wezareta Berevanî Ebdulemîr Yarallah ve hat pêşwazîkirin.
Di civînê de pêwendiyên navbera Wezareta Berevanî ya Iraqê û Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê hat gotûbêjkirin, baştirkirin û pêşvebirina pêwendiyan û dirustkirina baweriyeke bihêz di navbera herdu aliyan de, di hemû waran de bi girîng û pêwîst hat dîtin, bi taybetî niha, da ku bandoreke zêdetir dirust bikin ji bo rûbirûbûna bi koma terorîst a DAIŞê re.