Hezîran 18, 2022 21:26 Asia/Tehran
  • Yekîtiya Niştimaniya Kurdistana Iraqê êrişên Tirkiyê li Iraqê rexne kirin

Yekîtiya Niştimaniya Kurdistana Iraqê êrişên Artêşa dagirker a Tirkiyê yên li bakurê Iraqê û kuştina xelkê sivîl rexne kirin.

Roja Çarşemê (15.06.2022) droneke Artêşa Tirkiyê navenda nahyeya Sinûnê ya ser bi navçeya Şingalê bombebaran kiribû. Di êrîşê de avahiya Encûmena Gel a Sinûnê hatibû armanckirin. Di encama vê êrişê de zarokekî 12 salî yê bi  û bavkalê wî jiyana xwe ji dest dan û çend kesên din jî birîndar bûn.

Li gorî rapora Sûmeriye News`ê, Yekîtiya Niştimaniya Kurdistana Iraqê (YNK) roja Şemiyê bi daxuyaniyekê bertek nîşanî êrişên vê dawiyê yên balafirên şer û topxanên Tirkiyê li bakurê Iraqê da û ragihand: Îsraf û zêdegaviyên Enqerê sedema berdewamiya destdirêjiya wê li ser axa Iraqê ye û kiryarên dijminane yên Tirkiyê bûne barek giran li ser milê welatên navçeyê û civaka navdewletî.

YNKê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku Tirkiye li gorî hizra xwe ya dijminane, tamakarî û planên xwe yên bêşermane, axa Iraqê dike armanc û em jî berdewamiya êrişên Tirkiyê li ser serweriya bejahî û asmanî ya Iraqê bi tundî şermezar dikin.

Pêştir jî wek berteka li hember zincîre êrişên artêşa Tirkiyê li bakurê Iraqê, Nûrî Malikî serokê Hevpeymaniya Dewleta Qanûnê li Iraqê hişyarî dabû ku divê hikûmeta Bexdayê tedbîrên bilez bigire bo rêgirtina li ber dubarebûna êrişên Tirkiyê li bakurê Iraqê. 

Malikî herwiha got: Rastî ew e ku berdewamiya êrişên Tirkiyê li ser axa Iraqê û li ser Herêma Kurdistanê û kuştin û birîndarkirina sivîlan di encama van êrişan de dê zirareke mezin bide pêwendiyên Enqere û Bexdayê.

Êrîşên Tirkiyê bo ser navçeyên curbicur ên Iraqê heta niha rastî nerazîbûna hikûmeta Iraqê hatiye û çendîn car berpirsên Iraqê daxwaz ji Tirkiyê kirine ku dawî li binpêkirina serweriya Iraqê bîne.

Di vê navberê de ku bertekên aliyên iraqî li hember êrişên dagirkeriya Tirkiyê yên li ser Herêma Kurdistanê û axa Iraqê zêde dibin, PDK bi îmzekirina peymanên bazirganiyê yên bi dewleta Tirkiyê re mijûl dibe û qet dengê xwe li hemberî van êrişan nake.

Serepeyv