Şandeke Herêma Kurdistana Iraqê gihîşte Enqereyê
Hezîran 17, 2022 19:33 Asia/Tehran
Şandeke Hikûmeta Herêma Kurdistana Iraqê bi mebesta civîna ligel rayedarên Tirkiyê gihîşte Enqereyê.
Şandeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi mebesta civîna ligel rayedarên Tirkiyê gihîşte Enqereyê.
Li gorî rapora Kurdistan24ê, Şandeya Herêma Kurdistanê ji Serokê Dîwana Encûmena Wezîran Umêd Sebah, Wezîrê Bazirganî Kemal Muslîm, Wezîrê Veguhestin û Gihandinê Ano Cewher û Serokê Desteya Veberhênanê Mihemed Şukrî pêk tê.
Biryar e îro civînên şanda Herêma Kurdistanê ligel rayedarên bilind ên Tirkiyê dest pê bikin.
Mijarên weke pêşxistina pêwendiyên aborî, bazirganî, asayîşa sînor, hêsankariya zêdetir ji bo hatûçûna welatiyan, ji mijarên herî diyar ên girîngiya şanda Herêma Kurdistanê ne.