Hezîran 17, 2022 11:46 Asia/Tehran
  • Li Balekayetîyê cotkar berhemên Havînî bi ava befrê av didin

Cotyarên devera Balekayetîyê ava befrê vala naberdin, salane bi hezaran donim zevî li ber diçînin, berhemên şînkatî, bamya, xiyar, bacanên sor û bacanên reş bi vê ava befrê av didin û berhem tînin. Ji ber paqijiya xaka wê ti madeyek kimyawî ji bo gihandina berheman nayê bikaranîn.


Devera Balekayetîyê ji ber xaka xwe ya berhemdar û avhewaya xwe ya xweş, yek ji deverên herî zêde berhemên çandiniyê lê tên çandin e. Salane zêdetirî 36 hezar 915 donim zevî bi şînkatî û sebzeyên din tên çandin.

Cotyarê bi navê Idrîs Ehmed salane di demsala biharê de ji bo çandiniyê ji bajaroka Akrê ya girêdayî Dihokê berê xwe dide devera Balekayetîyê. Idrîs got: “Em salane ji Akrê tên Balekayetîyê, ji ber ku xaka wê ji bo çandiniyê berhemdar û bi bereket e. Em li vê derê zeviyek ji bo çandiniyê werdigrîn û berhemên çandiniyê lê diçînin.”

Di dewamê de Idrîs Ehmed diyar kir çavkaniyên avê li devera Balekayetîyê gelek in, her wiha ji ber barîna befir û barana zêde jî axa wê ji kirmik û kêzikên bi ziyan paqij e. Ev jî dibe sedem berhemek baş were bidestxistin.

Cotyarên deverê diyar dikin, ger hikûmet rê li hatina berhemên çandiniyê yên derve bo nav xaka Herêma Kurdistanê bigre, wê berhemên çandiniyê yên devera Balekayetîyê ku gelekî bi tam û tendirûst in,  têra hemû Herêma Kurdistanê bike.

Cotyarê bi navê Ferhan Mihemed ku ew jî li gel malbata xwe bi karê çandiniyê ve mijûl e, got: “Salane em zeviyên xwe dema dikêlîn, bi rengê zibare berhemên wek bacanên sor, xiyar, bamya, kulind, bacanên reş û gelek berhemên din diçênîn. Heta berhemên me çêdibin em li vir dimînin û salane berhemek baş bi dest dixin.”

Li gorî amarên Rêveberiya Çandiniyê ya Çomanê, li devera Balekayetîyê 5 hezar û 100 cotyar li nava 36 hezar 915 donim zeviyan de karên çandiniyê dikin. Ji bilî çandiniya ku bi ava baranê çêdibin (dêmî) ku berhemên çandiniyê yên dêmî lê tên berhemanîn.

Serepeyv