Tevgera Nifşê Nû: Em tevli ti civînek li ser hilbijartinê nabin
Berdevkê Tevgera Nifşê Nû Hîmdad Şahîn, ragihand partiya wan tevli ti civînek taybet li ser hilbijartinê nabin. Wî her wiha diyar kir tenê daxwaza wan ew e ku komisyonek serbixwe hebe û bêy merc hilbijartina Parlementoya Herêmê di dema xwe de were lidarxistin.
Li gorî rapora Roj Newsê, Berdevkê Tevgera Nifşê Nû Hîmdad Şahîn bi daxuyaniyek nivîskî ragihand; “Em wek Tevgera Nifşê Nû naxwazin tevli ti civînek taybet li ser hilbijartinên Herêma Kurdistanê bibin. Ji ber ku ti pirsgirêk û daxwazeke me nîne, tenê tiştek li cem me giring e ew jî lidarxistina hilbijartinê ye.”
Berdevkê Tevgera Nifşê Nû da zanîn li cem wan ya giring tenê ew e ku komisyonek serbixwe û bê alî hilbijartinê bi rê ve bibe û hilbijartin di dema xwe de were lidarxistin.
Her wiha Hîmdad Şahîn diyar kir pêwîst nake ti hêzek behane ji bo paşxistina hilbijartinê nîşan de.
Berdevkê Tevgera Nifşê Nû her wiha got, pêwîstî bi ti civînên li ser hilbijartinê nake, dikarin li nav parlementoyê de giftûgo li ser mijarê bikin û biryar bidin.