Raporên Tirkiyê û PKKê derbarê şer û pevşênên wan li Herêma Kurdistanê
Artêşa Tirkiyê dibêje di encama berdewamiya operasyona xwe li bakurê Iraqê 5 endamên PKKê kuştine. Ji aliyê din ve baskê çekdar ê PKKê jî îro ragihand ku hêzên wê 4 leşkerên Tirkiyê kuştin û yek jî birîndar kirin.
Li gorî rapora ajansa nûçan a Anadoluyê, Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê îro Îniyê bi daxûyaniyekê ragihand ku 5 endamên PKKyê li devera operasyona "Pence-Kilîd" li bakurê Iraqê hatine kuştin.
Ji aliyê din ve Baskê leşkerî yê PKKê jî di daxuyaniyekê de ragihand ku li Herêmên Parastinê yên Medyayê 4 leşkerên dagirker ên Tirkiyê hatin kuştin. Wê herwiha diyar kir ku artêşa dagirker a Tirkiyê 28 caran bi çekên kîmyewî û teqemeniyan tunelên şer bombe kirin. 26 caran jî bi balafir û helîkopteran bombardûman hate kirin.
Baskê leşkerî yê PKKê herwiha duh jî ragihand ku li Herêma Kurdistanê di encama êrişekê de 17 leşkerên tirk kuştin, 4 leşker jî birîndar kirin. Vê baskê PKKê di dewamê de ragihand ku wan 3 kamerayên mobesse û sîstemeke radar îmha jî kirin. Artêşa Tirkiyê jî 37 caran bi teqemeniyan û 24 caran jî bi çekên kîmyewî û gazên bi jehr bombe li tunelên şer barandin. Herwiha qadên berxwedanê 25 caran bi balafirên şer, 20 caran bi helîkopterên êrişê û ji qereqolên li ser sînor jî bi obusan hatin bombekirin."