Plasschaert bo cara diduyan li gel hêzên siyasî yên Herêma Kurdistanê civiya
Li serokatiya Herêma Kurdistanê Nûnera Taybet a Neteweyên Yekbûyî (NY) ya Iraqê Jeannine Hennis-Plasschaert cara duyemîn li gel hêzên siyasî yên Herêma Kurdistanê civiya. Hilbijartina Parlamentoya Herêma Kurdistanê mijare sereke ye hevdîtinê ye.
Li gorî nûçeya Roj Newsê, Li serokatiya Herêma Kurdistanê îro Nûnera Taybet a Neteweyên Yekbûyî (NY) ya Iraqê Jeannine Hennis-Plasschaert cara duyemîn li gel nûnerên 5 partiyên siyasî yên Herêma Kurdistanê civiya. Hilbijartina Parlamentoya Herêma Kurdistanê mijare sereke ye hevdîtinê ye.
Tevgera Nifşê Nû ji ber sedema ku hevdîtin li Serokatiya Herêma Kurdistanê tê kirin nepejirand ku tevlî civîna îro bibe.
Nûnerên Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK), Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê (YNK), Tevgera Goran, Komela Dadgerî ya Kurdistanê, Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê li avahiya Serokatiya Herêma Kurdistanê li gel Jeannine Hennis-Plasschaertê di hevdîtinê de bûn.
Roja 25’ê Gulanê li ser banga Jeannine Hennis-Plasschaert li Hewlêrê 6 partiyên Herêma Kurdistanê li Nûnertiya Neteweyên Yekbûyî (NY) a Hewlêrê civiyabûn û mijara hilbijartina parlamentoya Herêma Kurdistanê guftûgo kirin.