Hezîran 04, 2022 16:04 Asia/Tehran
  • 'Ji sala 2015’an ve 150 sivîlî di êrişên Tirkiyeyê de canê xwe ji dest daye'

Parlamenterê Herêma Kurdistanê Zikrî Zêbarî ragihand ku ji sala 2015’an ve 150 sivîl di encama êrişên dewleta Tirk de canê xwe ji dest daye û 133 jî birîndar bûne.

Li gorî nûçeya Roj Newsê, Êrişên dewleta Tirkiyê li ser Herêma Kurdistanê dewam dike. Di encama êrişan de heya niha bi sedan sivîl jiyana xwe ji dest dane, tevî vê jî Hikumeta Herêma Kurdistanê bêdeng e.

Nerazîbûna li hemberî êrişên dewleta Tirkiyê dewam dikin, parlamenterê Parlamentoya Herêma Kurdistanê Zikrî Zêbarî bi daxuyaniyekê nerazîbûna xwe ya li hemberî êrişên dewleta Tirkiyê anî ziman.

Zikrî Zêbarî ragihand ku ji sala 2015’an ve di encama êrişên hewayî yên dewleta Tirkiyê de 150 welatiyên sivîl canê xwe ji dest daye û 134 jî birîndar bûne. Zêbarî got ku bi dehan gund hatine valekirin û hezaran donum zeviyên çandiniyê jî hatine şewitandin û got; “Divê Hikumeta Herêma Kurdistanê sînorek ji bo êrişên Tirkiyeyê dane û êdî xelkê sivîl di nava bax, baxçeyên xwe de şehîd nebin. Divê Hikumeta Herêma tezmînata hemû şehîdan û xelkê gundê xwe berdane, bide.

Hêjayî gotinê ye di roja 21’ê Gulanê de di bombebarana balefirên Tirkiyî ya li gundê Tuteqel ê bajaroka Axcelar a navçeya Çemçemal a Silêmaniyê de ku wesayîtek hedef hate girtin, 5 kesan canê xwe ji dest da û kesek birîndar bû. Heman rojê balafira bê mirov ya dewleta Tirkiyê wesayîtek li navenda wargeha penaberan ya "Şehîd Rûstem Cûdî" ya Mexmûrê bombe kir û di encamê de welatiyek canê xwe ji dest da.

Li Bamernê jî artêşa Tirkiyê êrişî cihê geştiyariyê kir û di encamê de 2 zarokan canê xwe ji dest da.

 

Serepeyv