Şandeke Parlemana Iraqê dê serdana deverên sînorî yên Herêma Kurdistanê bike
Şandeke Lijneya Asayîş û Berevaniyê ya Parlemana Iraqê di demeke nêzîk de dê serdana deverên sînorî yên Herêma Kurdistanê yên ligel Tirkiyê bike.
Biryarderê Lijneya Asayîş û Berevaniyê ya Parlemana Iraqê Segvan Sindî di daxuyaniyeke rojnamevanî de ragihand: “Di demeke nêzîk de şandeke pênc kesî ji endamên Lijneya Asayîş û Berevaniyê ya Parlemana Iraqê, ji bo lêkolîna şer û pevçûnên navbera çekdarên PKK û Artêşa Tirkiyê, ku bûye sedema ziyangihandina şêniyên gundên Herêma Kurdistanê, dê serdana deverên sînorî bike.”
Segvan Sindî eşkere kir: “Piştî serdana xwe, lijne raportek li ser bûyeran pêşkêşî Parlemana Iraqê bike.”
Ji ber hebûna binke û baregehên artêşa Tirkiyê û çekdarên PKK û êrîşên artêşa Tirk, nişteciyên zêdetirî 200 gundên sînorê parêzgeha Duhokê, gund û bax û zeviyên xwe yên çandiniyê bi cih hêştine, ev ji bilî ku şer û pevçûna navbera wan bûye sedema jinavçûna bi hezaran donim daristan û zeviyên çandiniyê yên xelkê deverê.