Pişkeke din a mûçeya 200 miliyar dînarî ji aliyê Bexdayê va radestî Herêma Kurdistanê hat kirin
Dewleta navendî ya Iraqê pişkeke din a mûçeya 200 miliyar dînarî ji bo alîkariya bo dayîna heqên karmend û femanberên Herêma Kurdistanê da.
Li gorî rapora çavkaniyên nûçeyan ên Herêma Kurdistanê, Dewleta navendî ya Iraqê pişkeke din a mûçeya 200 miliyar dînarî ji bo alîkariya bo dayîna heqên karmend û femanberên Herêma Kurdistanê daye.
Ev mûçe bi fermana Wezareta heyîtiyê ya Iraqê radestî Herêma Kurdistanê hatiye kirin û taybetî meaşa meha Nîsana 2022an e.
Wezîrê heyîtiyê yê Iraqê pêştir derbarê dewama dayîna vêmûçeyê bo herêmê li gorî lihevkirinên dualî, dilniyayî dabû.
Li gorî Qanûan mûçeya 2021ê ya Iraqê, hikûmeta Herêmê divê ji bo wergirtina pişka xwe ji mûçeya gelemperî ku bi qasî sedî 12.67 ji tevahiya mûçeya diyarkirî ye, derhata bi qasî firotina 250 hezar bermîl neftê di rojê da hevrê di gel nîvê derhatên navxweyî û sînorî bide dewleta Iraqê.