May 10, 2022 15:59 Asia/Tehran
  • Endamê YNKê: Tirkiye çend baregehên leşkerî yên nû li Iraqê ava dike

Endamekî Yekîtiya Niştimaniya Kurdistana Iraqê (YNK) ji plana Tirkiyê ya ji bo avakirina baregehên nû yên leşkerî di nav axa Iraqê li nêzîkî devera Şingalê agahî da.

Elî Werhan, endamê YNKê, roja sêşemiyê li gotûbêja bi malpera iraqî ya El-Maluma re, got: Tirkiyê plan dike ku çend baregehên leşkerî li parêzgehên Nînewa û Dihokê li nêzîkî devera Şingalê ava bike û vê deverê bêxe bin kontrola xwe.

Werhan her wiha got, Tirkiyê çav berdaye parêzgeha Nînowa û devera Şingalê û hewl dide ku bi rêya çêkirina rê û deriyên sînorî yên nû di nav devera Şingalê re, derbasî sînorê Iraq û Sûriyê bibe û vê deverê bêxe bin kontrola xwe.

Elî Werhan, armanca Tirkiyê eva ye ku PKKê ji xwe re bike hecet û darê destan bon destdanîna ser axa Iraqê û herwiha bikare bi saya vê yekê aloziyên vê dawiyê yên li devera Şingalê di berjewendiya xwe de birê ve bibe.

Hin aliyên dijberê PDK jî îdia dikin ku di vê çarçêvê de PDK jî piştgiriya Tirkiyê dike.

Operasyonên artêşa Tirkiyê li parêzgehên Hewlêr, Dihok û Silêmaniyê yên Kurdistana Iraqê zêde bûne. Karbidestên Îraqî gelek caran Tirkîyê bi binpêkirina serwerîya axa wê tawanbar dikin û operasyona Enqerê li bakurê Îraqê şermezar dikin.

Enqere niha zêdetirî 20 baregehên leşkerî li bakurê Iraqê û Herêma Kurdistanê ji xwe re ava kirine.

Serepeyv