Nîsan 26, 2022 10:38 Asia/Tehran
  • Artêşa Tirkiyê top avête gundê Hirorê ya Berwariya Bala ya Herêma Kurdistanê

Li gundê Hirorê yê girêdayî devera Berwariya Bala ya Herêma Kurdistanê topguleyek li mala welatiyekî ket û mixtarê gund diyar kir ku tenê ziyana madî çêbûye.

Li gorî nûçeya Rûdawê, Şeva Duşemê 25ê Nîsana 2022an mixtarê gundê Hirorê Azad Edîb got, "Artêşa Tirkiyê îşev di saet 20:30an de topek avête derdora gund û zerar dan mala welatiyekî."

Mixtarê gundê Hirorê Azad Edîb diyar kir ku di van pênc rojên borî de Tirkiyê ev topa 46an e diavêje gundê wan.

Xwediyê mala ku top lê ket Silêman Omer ji Rûdawê re got, "Baş e ku dema top li mala me ket kes lê nebû lê heger em li malê bûna dê ziyana canî jî wan çêbûya."

Mala ku top lê ket, li derdora gundê Hirorê ye û vala ye, xwediyê malê tenê rojên Înê serdana wir dike, ji ber ku li bajarê Duhokê rûdine.

Artêşa Tirkiyê di 18ê Nîsana 2022an de li deverên sînorî yên Herêma Kurdistanê li dijî PKKyê dest bi operasyona `Pence-Kilîl` kir ku hîn jî berdewam e.

Serepeyv