Mesrûr Barzanî û Boris Johnson civiyan
https://kurmanci.sahartv.ir/news/kurdistana_iraqê-i333381-mesrûr_barzanî_û_boris_johnson_civiyan
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistana Iraqê Mesrûr Barzanî gihêşt avahiya Serokwezîrtiya Brîtanyayê û li wir bi Serokwezîr vî welatî Boris Johnson re civiya.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 19, 2022 17:27 Asia/Tehran
  • Mesrûr Barzanî û Boris Johnson civiyan

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistana Iraqê Mesrûr Barzanî gihêşt avahiya Serokwezîrtiya Brîtanyayê û li wir bi Serokwezîr vî welatî Boris Johnson re civiya.

Îro 19.04.2022yê serokwezîrê hikûmeta xwecî ya Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî gihêşt ofîsa serokwezîrtiya Brîtanyayê û ji aliyê serokwezîrê Brîtanya Boris Johnson ve hat pêşwazîkirin û di vê civînê de Johnson got:  Pêwendiyekî me yê giring bi Herêma Kurdistanê re heye, dema ez serokê şaredariya Londonê jî bûm min serdana Hewlêrê kir.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî ragehand: Ez spasiya Serokwezîrê Brîtanya dikim. Keyfxweşim carekî din min ew dît, berî naha jî di demekî giring de serdana me kir û keyfxweşim ku ez li vir im ji bo gotûbêja li ser berjewendiyên me yên hevbeş û pêşxistina pêwendiyên du alî.

Mesrûr Barzanî herwiha got: Herêma Kurdistan û Brîtanya xwedanê bernameyek hevbeş in ji bo baştirbûna rewşa Iraqê.