Taximeke Herêma Kurdistanê ji bno gotûbêja li ser mijara neftê serdana Bexdayê kir
Wezareta nefta Iraqê îro li Bexdayê mzûvana Taximeke Herêma Kurdistanê ye da ku mijara dosyeya lihevalyayî ya neftê vekolîne.
Wezareta neftêya Iraqê bi daxuyaniyekê ragihand: Îro li Bexdayê yekemîn civîna Wezareta neftê ya dewleta navendî di gel Taximeke Herêma Kurdistanê bi nûnertiya ji dewleta Herêma Kurdistanê ji bo vekolandina kiryarên cihanînê piştî biryara dadgeha federal a Iraqê û ji bo lihevkirina derbarê çarçovên nû û standard ji bo birêvebirina dosyeya pêşeya neftê li vê herêmê û pêkhatina sûd û derhata herî pirr li ser xêra berjewendiyên gelemperî û alîkariya ji bo xurtkirin û piştevaniya ji aboriya neteweyî û geşatiya pêşeya neteweyî ya neftê dê were lidarxistin.
Dadgeha federal a Iraqê roja 15ê Sibata 2022an bi hikmekî ragihand ku qanûnên têkildarî neft û gaza Herêma Kurdistanê berovajiya qanûna bingehîn a welêt in û Hewlêr divê hemî berhemanînên xwe yên neftê ji bîrên neftê yên vê herêmê û navçeyên din bi awayekî tam radestî dewleta navendî ya Bexdayê û bi awayê deqîq radestî Wezareta neftê ya dewleta navendî bike.
Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistana Iraqê ev hikm berovajiya Qanûna Bingehîn da zanîn û got: Ev hikm li gorî qanûna bingehîn a serdema desthilatdariya berê hatiye dayîn.