Rêberekî YNKyê: Cihanîna bernameya Çarçova Hevahengiyê tenha rêya derketina ji qqeyrana niha ya Iraqê ye
Rêberekî Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) got: YNK hema wisa bawer e ku cihanîna bernameya çarçova hevahengiyê tenha rêya derketina Iraqê ji qeyrana niha ye.
Husên Nermo roja Yekşemiyê di gotûbêja di gel ajansa Baghdad Al-Yawmê da tevî tekeziya dubare li ser vêya ku cihanîna bernameya Çarçova Hevahengiyê tenha rêya derketina ji qeyrana niha ya Iraqê ye, ji hemî partiyên siyasî xwest ku vê bernameyê bijepjirînin.
Nermo tevî amajeya bi hewildana Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) di gel Partiya Demokrat a Kurdistana Iraqê (PDK), got: Hinek ji bo sepandina vîna xwe û bidestxistina cîgehên hikûmetê hewil didin, lê ev kiryar dê negihêjin encamê.
Ji aliyê din va, nûnerê Hevpeymaniya Dewleta Qanûnê ya Iraqê tekez kir: Gotûbêja di gel tevgerên siyasî yên Iraqê hema wisa didome.
Mohan Saidî nûnerê hevpeymaniya Dewleta Qanûnê li Parlimana Iraqê ku serokatiya wê li ustiyê Nûrî Malikî ye, tevî amajeya bi dewama gotûbêjan ji bo lihev-civandina gişt aliyên Beyta Şîeyan a vî welatî, got: Gotûbêjên Konseya çarçova Hevahengiyê ya hêzên şîe û hevpeymaniya sêalî bûye beşeke girîng a tevgera damezirandina dewleta nû ya Iraqê, loma hin dahênerî û însiyatîv ji aliyê Konseya Çarçova Hevahengiyê ji bo parastina hevsengiyê li parlimanê li gorî encamên hilbijartinêl û mewqiya hevpeymaniyên siyasî hatiye hilêxistin.