Li Silêmaniyê 4 kes li ser nivişt û cadûkirinê hatin girtin
Nîsan 09, 2022 21:40 Asia/Tehran
Li bajarê Silêmaniyê ya Herêma Kurdistanê 4 kes hatin girtin ku bi nivişt û cadûkirinê xelk dixapandin.
Polîsê Silêmaniyê ragehandiye, îro li taxa Serçinar ya Silêmaniyê 4 kes hatin girtin.
Li ser sebeba girtina wan jî polîs gotiye, wan kesên han bi nivişt û cadûkirinê xelk dixapandin û dirav û tiştên wan yên bi qîmet ji wan distandin.
Li gorî agahiyên polîs, tohmetbarên ku hatine girtin, du jinên 40 û 36 salî û du zilamên 74 û 71 salî ne.