Adar 07, 2022 21:30 Asia/Tehran
  • Newey Nwê: Piştî 31 salan hukimdariyê, gel tûşî bêkar û nedama meaşê ye

Tevgera Nwewy Nwê ya Herêma Kurdistana Iraqê tevî rexneya ji xebata hakimên Herêma Kurdistanê ragihand ku piştî 31 salan desthilatdariya kurdî, gelê Herêma Kurdistanê tûşî pirsgirêka nedana meaşê û bêkarî û nebûna xizmetgihaniyê kir.

Di daxuyaniya Tevgera Nwewy Nwê ya Herêma Kurdistana Iraqê bi boneya sî û yekemîn salvegera serhildana kurdên Iraqê li dijî Rejîma Beis a Sedam hatiye ku piştî derbasbûna van salan, hîn welatioyên Herêma Kurdistanê tûşî pirsgirêka nedana meaşa mehane ji aliyê hikûmetê ne û meaşa paşdamayî ya salên pêş jî wernegirtineû ev çend sal in ku tu istîxdamek ji aliyê dewletê va pêk nehatiye û xort û derçûyiyên zanîngehan bêkar in û an jî bi dijwarî di beşa sivîl da karekî dibînin.

 

Di dewama daxuyaniya Tevgera Nwewy Nwê ya Herêma Kurdistana Iraqê da gelek pirsgirêk û kêmasî di belavkirina av û elektrîkê li Herêma Kurdistanê hene û rewşa xizmetgihaniyên din ên pêwîst weke nexweşxaneyên gelemperî û cade û rê di asteke guncan da nînin û derman bi qasê pêwîst li nexweşxaneyan tuneye.

 

Serepeyv