Adar 03, 2022 17:21 Asia/Tehran
  • Mesrûr Barzanî: Dadgeha Federal a Iraqê neqanûnî ye û nikare derbarê dosîyeyeke qanûnî da hikma bide

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê got ku em hikma Dadgeha Federal a Iraqê ku tê da firotina niftê ji hêla Herêma Kurdistanê va neqanûnî dizane, qebûl nakin, ji ber ku dadgeha neqanûnî nikare derbarê dosîyeke qanûnî da hikim bide.

Mesrûr Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê îro di civîneke çapemenîyê da got ku hikma Dadgeha Federal a Iraqê derbarê firotina niftê ji hêla Hikûmeta Herêmê va sîyasî ye û di qonaxeke hestyar da hatîye dayîn û ew hikma ne helwesta dewleta navendî ya Iraqê ye û ne jî di çarçova berjewendîyên gelê Iraqê da ye.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê herwiha got ku hemî hûrgilîyên derhatên niftê û deynên Herêma Kurdistanê tam û zelal raberî dewleta navendî hatîye kirin; sedî 7ê derhatan jibo dayîna deynan, sedî 43 destmiza şirketên niftê û sedî 9 jî jibo veguhestin û firotinê tê xerckirin û destmiza şirketên çalak di warê nifta Herêma Kurdistanê da jî li ustîyê Hikûmeta Herêmê ye.

Serepeyv