Yekgirtûya Islamî ya Kurdistanê: Xizmeta bo gel ji rêza karê hikimdarên Herêma Kurdistanê derketîye
Sersêkrêtêrê Partîya Yekgirtûya Islamî ya Kurdistanê pêgirî kir ku hikidmarên Herêma Kurdistanê derheq gel tam xemsar bûne û rikeberîyên nedurist bûne kar û demajoyeke asayî û xizmetguzarîya bo gel jî ji karê hikimdarên Herêma Kurdistanê derketîye.
Selaheddîn Behaeddîn di civîneek vê partîyê da pêgirî kir: Civaka Herêma Kurdistanê nika zêdetir ji her demekê hewcedarê merivperwerî û têkoşîna dijî gendelîyê ye û got: Kesên ku gendelî û xirabkarîyê berbelav dikin, nikarin xizmeta gel bikin û çaksazîyan pêk bînin.
Sersêkrêtêrê Partîya Yekgirtûya Islamî ya Kurdistanê hişyarî da ku nika navçe di rewşeke hestyar da ye û derbasbûna ji vê rewşê hewcedarê kêrhatîbûn û zanebûnê ye.
Wî pêgirî kir: Birêvebirina rewşê û karubaran hewcedarê merivên pispor, dilsoz û perwerdebûyî ye lê nika gendelîyê hemî pişkên hikûmeta Herêmê girtîye ber xwe û hin hewl jibo reşkirin û jinavbirina nasnama gel di rojevê da ne.