Mehkemeya Federal ya Iraqê: Divê dahata nefta ji Herêma Kurdistanê hatiye îxrackirin teslîmî Bexdayê bê kirin
Mehkemeya Federal ya Iraqê got qanûna neft û xazê ya Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) dijî qanûna bingehîn a rêvebiriya navendî ye û divê dahatên neftê yên ji ber îxracê hatine bidestxistin teslîmî Bexdayê bên kirin.
Li gorî nûçeya Ajansa Anatoliyê, Li gor nûçeya ajansa nûçeyan a fermî ya Iraqê ÎNAyê endamên mehkemeyê civiyan û li ser mijara îxracata neftê ya Herêma Kurdistanê axivîn.
Mehkemeyê biryar da ku qanûna neft û xazê ya li Herêma Kurdistana Iraqê dijî qanûna bingehîn a rêvebiriya navendî ye (Bexda) û dereqanûnî ye.
Di biryara mehkemeyê da hat gotin divê hikûmeta HKIyê di peymanên îxrackirina neft û xazê da agahiyê bide Şêwra Kontrola Malî û Wezareta Neftê û dahatên neftê yên ji ber îxracê hatine bidestxistin jî teslîmî Wezareta Neftê bên kirin.