Piştî zêdebûna tevgerên terorîstî yên DAIŞê; Mesrûr Barzanî: Sînoran tund bikin
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê li ser baştirkirina awayên parastina Herêma Kurdistanê ji “gefên terorîstan” li gel, Wezîrê Pêşmerge û Wezîrê Navxwe civiya.
Li gorî rapora Rûdawê, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro, li gel Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed û Wezîrê Pêşmerge Şoreş Îsmaîl civiya.
Di civînê de rewşa dawiyê ya Iraq û Sûriyê , bi taybet gefên “terorîstên DAIŞê” hatin gotûbêjkirin.
Girîngiya tundtirkirina bergiriyan
Mesrûr Barzanî dilgiraniya xwe li hember zêdebûna êrîş û kiryarên DAIŞê li Iraq û Sûriyê nîşan da û tekezî li ser giringiya bihêzkirina hêzên berevaniyê û tundkirina rêkarên parastina Herêma Kurdistanê ji gefên DAIŞê kir.
Êrişên DAIŞê zêde bûne
Ev civîn û daxwaza tundtirkirina sînoran di demekê de ye ku rêxistina DAIŞê êrişên xwe zêde kirine û herî dawî êrişeke berfireh biriye ser zindana Xiwêran a Hesekeyê ku heta niha jî şer berdewam e.
Herwiha çend roj berî niha terorîstên DAIŞê li Diyaleyê, êrişî artêşa Iraqê kir û di encamê de 11 serbaz hatin kuştin.