Çile 09, 2022 19:59 Asia/Tehran
  • Herêma Kurdistanê - Nêçîrvan Barzanî ligel Wezîra Berevaniyê ya Almanyayê Lambrecht civiya

Wezîra Berevaniyê ya Almanyayê Christine Lambrecht gihişt Hewlêrê û li gel Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî civiya.

Li gorî rapora Rûdawê, Christine Lambrecht ku ser bi Partiya Sosyal Demokrat e mehek e dest bi kar kiriye û berî niha jî di kabîneya Angela Merkel de cih girtibû.

Wezîra Berevaniyê ya Almanyayê Christine Lambrecht di serdana xwe ya bo Hewlêrê de dê serdana Konsulxaneya Almanya ya li Hewlêrê jî bike.

Ji heyama destbikarbûna xwe ve serdana bo Hewlêrê duyem serdana derveyî welat a Christine Lambrecht e.

 

Roja 9ê Adara 2021an Wezareta Pêşmerge û Hêzên Almanyayê hejmareke rêkeftin ji bo rahênana serbazî îmze kirin.

Serepeyv