Êrîşên artêşa Tirkiyê yên li ser Bakurê Iraqê dewam dikin
Balafirên Tirkiyê bi 14 mûşekan êrişên xwe yên neqanûnî li ser xaka Iraqê berdewam kirin û derdora gundê Heror li devera Kanî Masî li Herêma Kurdistanê bombebaran kirin.
Li gorî rapora IRNA`yê, di encama êrişan de ziyanên madî giheştin zeviyên çandiniyê yên cotkaran û daristanên derdora navçeyên bombebarankirî.
Hikûmeta Tirkiyê jî dibêje, ew êriş li dijî çekdarên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) hatine encamdan.
Enqerê PKKê wek grûpeke terorîst dide nasandin û bi hinceta şerê li dijî vê gurûpê gelek deverên bakurê Iraqê û Sûriyê dagir kirine û bicaran ji erd û esmîn êrişî van deveran dike û zêde ji her grûp û herkesekî xelkê sivîl ê deverê ji ber van êrişan ziyanên canî û malî dibînin û gelek caran jî neçar dibin ku terka mal û avahî û gundên xwe bidin.