Mesrûr Barzanî û Cîgirê Wezîrê Derve yê Îranê danûstandinên bazirganî gotûbêj kirin
Serokwezîr Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li Alîkarê Wezîrê Derve yê Komara Îslamî ya Îranê bo Karûbarên Dîplomatîk ên Aboriyê Mehdî Seferî kir.
Li gorî Bas Newsê, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro duşemê 8ê Mijdara 2021ê pêşwazî li Alîkarê Wezîrê Derve yê Komara Îslamî ya Îranê bo Karûbarên Dîplomatîk ên Aboriyê Mehdî Seferî kir.
Di hevdîtinê de ku Konsulê Îranê yê li Hewlêrê Nesrullah Reşnûdî jî amade bû, li ser pêşvebirina pêwendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Komara Îslamî ya Îranê hat gotûbêjkirin, bi taybetî pêşvebirina pêwendiyên aborî û danûstandina bazirganî û derfetên veberhênanê.
Herwiha geşedan û pêşhateyên navçeyê û pêwendiyên navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta federalî û çend mijarên din ên cihê girîngiya hevbeş, mijarên din ên hevdîtinê bûn.