Biryara girtin û qedexeya derketinê ji bo sebebkarên lidarxistina Konferansa Hewlêrê hat dayîn
Wezareta karên hundir a Iraqê ragihand ku mafê sebebkarên lidarxxistina konferansa asayîkirina têkiliya tev Rejîma Siyonîst li Hewlêrê tune ku ji welêt derkevin.
Wezareta karên hundir a Iraqê ragihand ku mafê sebebkarên lidarxxistina konferansa asayîkirina têkiliya tev Rejîma Siyonîst li Hewlêrê tune ku ji welêt derkevin.
Li gorî rapora El-Erebî El-Cedîdê, Wezareta karên hundir a Iraqê roja Duşemiyê bi şandina nameyeke bilez bo derbasgehên ssînorî û balefirgehan ji van navendan xwest ku sebebkarên lidarxistina Konferansa Hewlêrê bigirin û nehêlin ku ew ji welêt derkevin.
Wezareta karên hundir a Iraqê ji dewleta Herêma Kurdistanê jî xwest ku sebebkarên lidarxistina Konferansa Hewlêrê piştî girtinê radestî Bexdayê bike.
Li gorî qanûna Iraqê, hemî kesên ku di propaganda an vexwendina bo danîna têkiliyê tev Rejîma Siyonîst beûşdar bin, sûcdar in û cezaya wan wek sûcên xiyaneta mezin tê hesab.
Ev di halekî da ye ku gelek ji sebebkarên lidarxistina Konferansa Hewlêrê di 24ê Îlona 2021ê da pûşmaniya xxwe diyar kiriye û wan ragihandiye ku bûne goriyê komplo û xapanadinê.