Cotmeh 05, 2021 09:44 Asia/Tehran
  • Di encama êrişa Balafirên Tirkiyê li Silêmaniyê de 2 sivîl birîndar bûn

Ji ber bombebarana balafirên bêyî pîlot ên artêşa Tirkiyê li sînorê navça Çemçemalê ya Silêmaniyê jinek û mêrekî sivî birîndar bûn.

Firokeyên bêyî pîlot ên Tirkiyê êvara îro Duşemê seat derdora 17:00ê li sînorê gundê Seydanî ser bi bajarokê Şiwanê yê navçeya Çemçemalê li Silêmaniyê êrişek pêk anîn. Di encama bombebaranê de jinek û merekî sivîl birîndar bûn.

Berdevkê Tendirustiya Çemçemalê Şerîf Rehîm ji Rûdawê re ragihand ku jineke 24 salî û zilamekî 35 salî birîndar bûne.

Bi gotina Şerîf Rehîm rewşa tendirustî ya kesê birîndar dijwar e û ew bo nexweşxanên Silêmaniyê hate şandin.

Herwiha li gorî şahidhalên bûyerê û gundiyên ku ji tenduristiya Çemçemal re axivîne gotine; “Balafirên bêpîlot êriş kirine.”

Hêzên ewlekariyê yên IHerma Kurdistanê jî heta niha derbarê bûyerê de ti daxuyanî nedane. 

Endamê Encûmena Gundê Seydanî Şewket Şerîf jî ji Rûdawê re got: “Ji bilî Tirkiyê tu kes vê derê bombebaran nake, ji ber vê yekê em dizanin ew balafira karê Tirkiyê ye."

Serepeyv