Di encama pevçûna navbera du malbatan de li Hewlêrê 3 kes mirin
Di encama şer û pevçûnekê di navbera du malbatan de li Herîra Hewlêrê 3 kes hatin kuştin û hejmarek kes jî birîndar bûn ku endamên hêzên ewlehiyê jî di nav de hene.
Li nahiya Herîr a ser bi Hewlêrê ve, duh êvarê di navbera du malbatan de şerekî çekdarî derket. Di dema ku hêzên ewlehiyê gihiştin cihê bûyerê jî şerê di navbera aliyan de berdewam bû.
Rêveberê nahiya Herîrê Karwan Kerîm Xan derbarê bûyerê de ji Rûdawê re ragihand, “Hemû hêzên me li ser xetê ne ji bo ku rewşê kontrol bikin” û li ser sedema şer jî got, bûyer “ji ber pirsgirêkeke berê bûye.”
Rêveberê nahiya Herîrê ji Rûdawê re ragihand ku di encama şerê herdu malbatan de 3 kes hatin kuştin û hejmarek ji hêzên polîs jî birîndar in.
Li gor zanyariyên Rûdawê ku ji şahidhalan bi dest ketine, endamekî hêzên emnî di wî şerî de hat kuştin, lê ev zanyarî bi fermî nehatiye piştrastkirin.
Rêveberê bajarokê Herîr dibêje, “Hêzên Herîr, Şeqlawa û Hewlêrê hewla kontrolkirina rewşê didin.”
Li gor zanyariyên Rûdawê, kesên di wî şerî de birîndar bûn jî birin nexweşxanên Hewlêrê.