Mesrûr Barzanî û şanda aştiyê ya CHPê li Hewlêrê civiyan
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî duh 5ê Îlona 2021ê, pêşwazî li şandeke bilind a Partiya Gel a Komarî ya Tirkiyê (CHP) bi serokatiya Cîgirê Serokê wê Partiyê Oguz Salici kir.
Di vê hevdîtinê de, pêşvebirina pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyê de hatin gotûbêjkirin.
Cîgirê Serokê CHPê Oguz Salici, di vê civînê de got: “Armanca me ji vê serdanê, bihêzkirina pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyê û nîşandana bîr û nerînên CHPê derbarê çend pirsên girîng ên hevbeş de ye.”
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê destnîşan kir ku Tirkiye cîran û welatekî girîng ê navçe û cîhanê ye û Herêma Kurdistanê faktoreke aramiyê ye li navçê û her dem xwazyar e baştirîn pêwendiyên wê bi Tirkiye re hebin ku welatekî firehnetew û xwediyê ol û pêkhateyên cuda ye, ev jî nîşaneya dewlemendiya wî welatî ye.