Îlon 06, 2021 12:44 Asia/Tehran
  • Berpirsê Siyaseta Derve ya YEyê wê serdana Herêma Kurdistanê bike

Berpirsê Siyaseta Derve ya Yekîtiya Eworpayê (YE) Josep Borrell serdana Herêma Kurdistanê dike û bi berpirsên pilebilind ên Herêma Kurdistanê re dicive.

Wezareta Derve ya Iraqê di daxuyaniyekê de ragihand, biryar e îro Berpirsê Siyaseta Derve ya Yekîtiya Eworpayê Josep Borrell serdana Iraqê dike û li Bexdayê bi Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên re bicive.

Herwiha biryar e Josep Borrell serdana Herêma Kurdistanê jî bike û li Hewlêrê bi berpirsên pilebilind ên Herêma Kurdistanê re bicive.

Serdana Josep Borrell di demekê de ye ku lidarxistina hilbijartinên Iraqê yên zûdem nêzîk bûye. Biryar e ev hilbijartin roja 10ê Cotmeha bê were lidarxistin û Yekîtiya Ewropa dê çavdêran ji bo cavdêrîkirina proseya dengdanê bişîne Iraqê.

Serepeyv