Îlon 05, 2021 00:16 Asia/Tehran
  • PKK: PDK’ê êrîşî 7 şervanên me kirin û ew kuştin

PKK’ê ragihand ku hêzên PDK’ê êrîşî 7 şervanên wê kirine û ew her 7 kuştine û ev êrişa PDK wekî xiyaneteke eşkera li hemberî kurdan daye zanîn.

PKKê têkildarî mijarê daxuyaniyek nivîskî weşand û tê de ragihand:“Agahî ji me re hatiye ku komek 7 kesî ya şervanên me li derdora herêma Xelîfan, dema hewl daye ji Çemê Zê (Zap) derbas bibin, ketine kemîna hêzên PDK’ê û bi êrîşê re rû bi rû mane.

PKKê diyar kiriye ku ti tiştek ji vê yekê xirabtir nabe ku hêzên PDK’ê bi vî terzî û şeklê xayînane hêzên kurd bêxe kemînê û wan bikuje. Ev, êrîşêke ku dê zirarek mezin bide doza gelê Kurd e. PKKê dibêje: Diyar e ku rêveberiya PDK’ê dixwest ku hêzên xwe li nêzî hêzên me bicîh bike da ku hêzên me jî li wan bidin, lê me di vê pêvajoya hesas de berjewendiyên gelê xwe li ber çavan girtin û li wan nexistin. Di vî halî de wan bi mexenetî û bê bextî li ser riya hêzên me kemîn kirin û êrişî ser wan kirin û ew kuştin.

PKKê ji hemû kurdan û giregirên kurd xwestine ku ji bo berjiwendiyên kurdan li hemberî vê pêngava PDKê bê deng nemînin û wê şermezar bikin.

Serepeyv