Tebax 28, 2021 21:03 Asia/Tehran
  • Macron îşev diçe Hewlêrê navenda Herêma Kurdistanê

Serkomarê Fransayê Emmanuel Macron ragihand, ewê îşev serdana Hewlêra navenda Herêma Kurdistanê bike.

Serkomarê Fransayê Emmanuel Macron îro serdana Bexdayê kir û beşdarî civîna hevkarî û hevbeşiya welatên herêmî bû.

Piştî civînê, Macron ragihand, ewê îşev serdana Hewlêrê bike û bi mezinên Herêma Kurdistanê re hevdîtin bike.

Serkomarê Fransa herwiha da zanîn, ewê serdana serbazên Fransî yên li Herêma Kurdistanê jî bike, paşê dê here dîtina bajarê Mûsilê û wêrankariyên DAIŞê bibîne.

Serepeyv