Tebax 26, 2021 17:06 Asia/Tehran
  • Balefirên şer ên Tirkiyê çiyayên nahyeya Mangêşê bombebaran kirin

Di çarçoveya êrîşên neqanûnî yên Tirkiyê ser Herêma Kurdistanê de îro jî balefirên şer ên wî welatî sînorê Geliyê Erdaya ya li nahyeya Mangêşê bombebaran kirin.

Îro 26.08.2021ê balefirên şer ên Tirkiyê geliyê Erdaya ya li nahiya Mangêşê ya 30 kîlometreya bakurê Dihokê bombebaran kir, lê heta naha ziyanên wê êrîşa esmanî nehatine zanîn.

Ji 24ê Nîsan a 2021ê ve êrîşên balefirên şer ên Tirkiyê li ser navçeyên sînorê parêzgeha Dihokê bi behaneya şerê dijî PKKê berdewam in û ji ber wê jî gelek gund vala bûne.

Duh jî balefirên şer ên Tirkiyê navçeyên sînorê qeza Pênciwîn û Şarbajêr û çiyayê Asos ên parêzgeha Silêmaniyê bombebaran kirin.

Serepeyv