Tebax 24, 2021 13:04 Asia/Tehran
  • Çend gundên Pênciwînê ji aliyê balafiran ve hatin bordûmankirin

Balafirên bêpîlot îro danê sibê gundên devera Pênciwînê li parêzgeha Silêmaniyê bombebaran kirin.

Peyamnêrê K24ê li wê herêmê da zanîn, îro danê sibê balafirên bêfirokvan gundên devera Pênciwînê bombebaran kirin û heta niha nayê zanîn ew balafir ser bi çi welat a aliyekî ve ne.

Di vê derbarê de Qaymeqamê Pênciwînê Zana Ebdulrehman ji K24ê re ragihand, îro saet 06:00 çend balafirên bêfirokvan gundên Kanî Mîran, Humeresênan û Wirya Awa yên ser bi Pênciwînê ve bombebaran kirin.

Qaymeqamê Pênciwînê got: “Xweşbextane di êrîşê de ti ziyanên canî nebûne, lê bombebaranê tirs û xof xiste dilê xelkê deverê, ji ber ku cihê hatiye bombebarankirin, zevî û ajel lê hene û cihê kar û kasibiya gundiyan e.”

Wî her wiha desnîşan kir: “Ti baregehên hêzên çekdarî li devera me tune ne. Nizanin armanc ji vê bombebaranê çi ye.”

Serepeyv