Tebax 17, 2021 07:56 Asia/Tehran
  • Li Herêma Kurdistanê 20 kesên din bi Koronayê canê xwe ji dest da

Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 2362 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine.

Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 2362 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 20 kesan canê xwe ji dest daye.

Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê di daxuyaniya xwe de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 2362 kes bi vîrûsa koronayê ketine, ku ji wan 488 kes li Hewlêrê, 1014 kes li Silêmaniyê, 687 kes li Duhokê, 60 kes li Helebceyê, 97 kes li Germiyanê û 16 kes li Raperînê ne.

Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê herwiha ragihand ku di nav 24 demjimêran de 20 kesan jiyana xwe ji dest dane, ku ji wan 8 kes li Hewlêrê, 4 kes li Silêmaniyê, 6 kes li Duhokê, 2 kes li Helebceyê ne.

Li ser hejmara nexweşên baş bûne, hat eşkerekirin ku di 24 demjimêran de 1923 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne, ku ji wan 304 kes li Hewlêrê, 535 kes li Silêmaniyê, 955 kes li Duhokê, 14 kes li Helebceyê, 92 kes li Germiyanê û 23 kes li Raperînê ne.

Amarên giştî:

Pêketin: 269184

Mirin: 5078

Başbûn: 217329

Serepeyv