Li Herêma Kurdistanê 1598 kesên din bi Koronayê ketin
Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 1598 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine.
Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 1598 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 12 kesan canê xwe ji dest dane.
Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniya xwe de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 1598 kes bi vîrûsa koronayê ketine, ku ji wan 453 kes li Hewlêrê, 346 kes li Silêmaniyê, 736 kes li Duhokê, 59 kes li Germiyanê û 4 kes li Raperînê ne.
Herwiha ragihand ku di nav 24 demjimêran de 12 kesan jiyana xwe ji dest dane, ku ji wan 4 kes li Hewlêrê, 2 kes li Silêmaniyê, 3 kes li Duhokê û 3 kes li Germiyanê ne.
Li ser hejmara nexweşên baş bûne, hat eşkerekirin ku di 24 demjimêran de 911 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne, ku ji wan 113 kes li Hewlêrê, 229 kes li Silêmaniyê, 544 kes li Duhokê, 4 kes li Helebceyê, 19 kes li Germiyanê û 2 kes li Raperînê ne.
Amarên giştî:
Pêketin: 218118
Mirin: 4660
Başbûn: 190392