Ji ber agir pêketina geliyê Dihokê jiyanek mezin gihîşt jîngeha deverê
Tîrmeh 09, 2021 16:03 Asia/Tehran
Agir bi geliyê Dihokê ket ji ber wê jî bi sedan donim dar û zevî li Herêma Kurdistanê şewitîn ea bû sedema xisareke giran ji bo jîngeha navçê û gelê herêmê.
Berdevkê polîsê berevaniya sivîl li Dihokê, Bêwar Ebdulezîz ji BasNewsê re got, piştî şewata çiyayê Zava, agir bi geliyê Dihokê jî ket.
Bêwar Ebdulezîz her wiha got, ji ber wê şewatê bi sedan donim zevî û dar û pûş şewitîn.
Wî efserê polîs da xuyakirin jî, ji ber wê şewatê ziyanek mezin gihîşt jîngeha deverê û çendîn koşkên geştiyarî jî tê de şewitîn. Lê hîn nehatiye zanîn ka ew şewat çawa derketiye.