Şerê giran di navbera artêşa Tirkiyê û PKKê li Herêma Kurdistanê
Şeva çûyî li Zinarê Kêste û li ser riya gundê Hirûrê şerekî giran di navbera endamên PKKê û artêşa Tirkiyê de destpê kiriye û Tirkiye jî deverê bombebaran dike.
Li gor agahiyên ji Kanî Masê, şerê navbera PKKê û hêzên Tirkiyê derdora saet 22:00 şeva çûyî destpê kiriye û şerê navbera herdu aliyan li Zinarê Kêste û nêzîkî riya gundê Hirûrê ye.
Muxtarê gundê Hirûrê, Azad Edîb ji Rûdawê re ragihand, “Tirkiye bi dijwarî riya Hirûrê û derdora gundê Çelkêya Misilmanan li Zinarê Kêste bombebaran dike û şervanên PKKê jî bi çekên Duçka şer dikin.”
Azad Edîb diyar kir, gundî ji saet 22:30an ve hatine agahdarkirin ku ji ber “dijwariya şer” nabe ji malên xwe û ji gund derkevin.
Peyamnêrê Rûdawê li deverê jî ragihnad, li gundê Çelkêya Misilmanan mûşek li ber goristana gund ketiye.
Bi gotina wî, “îşev di saetekê de du helîkopeterên serbazî yên artêşa Tirkiyê sê caran derdora gundê Çelkêya Misilmanan bombebaran kirin. Cihê ku hatine bombebarankirin li navça Nihala Kore ye ku derdora 1500 metrî ji gund û mal û avahiyên xelkê dûr in.”
Li aliyekê din, nîştecihên Komelgeha Bêgova ya li sînorê bajarokê Kanî Masê ji ber bombebaranên Tirkiyê, jiyan li wan tal bûye û di nav tirs û dilgiraniyê de dijîn.
Birîndar Şewket ê 18 salî ku yek ji akinciyên Komelgeha Bêgova ye, dibêje, rewşa wî ji ber bombebaranan pir xirab e.