Li Hewlêrê: Mesûd Barzanî û Serokê Hevpeymaniya Niştimanî ya Iraqî civiyan
Tîrmeh 04, 2021 11:46 Asia/Tehran
Mesûd Barzanî pêşwazî li Serokê Hevpeymaniya Niştimanî ya Iraqî Dr. Eyad Ellawî kir.
Li gorî nûçeya Kurdistan24ê, Mesûd Barzanî pêşwazî li Serokê Hevpeymaniya Niştimanî ya Iraqî Dr. Eyad Ellawî kir.
Di hevdîtinê de guhertin û pêşhatên dawî yên Iraq û navçeyê hatin nirxandin û her wiha ronahî xistin li ser proseya siyasî û hilbijartinên paşerojê ya Iraqê.
Herwiha gef û êrîşên li pêş hilbijartinan û proseya siyasî ya Iraqê û pêkvejiyana pêkhatên Iraqê hene jî hatin guftûgokirin.