Ji ber bombebarana balefirên Tirkiyê li binarê Qendîlê elektrîka hin gundan qut bû
Tîrmeh 04, 2021 00:09 Asia/Tehran
Balefirên şer ên Tirkiyê binarê çiyayê Qendîlê bombebaran kir û ziyaneke mezin gihande tora elektirîkê li wê navçeyê û elektirîk li ser hejmarek gund hat birîn.
Li gor zanyariyên nûçeya K24ê, derengê şeva borî balefirên şer ên Tirkiyê bi heceta şerê li dijî PKKê li binarê Qendîlê bombebaran kirin û di encamê de elektirîk li ser gundên Zergelê, Bokirîskan û Lêwje li navçeya Wertê hat birîn û ziyan gihîşt riyên sereke jî.
Wezareta Elektirîkê ya Herêma Kurdistanê piştrast kir, di encama bombebarana Tirkiyê de, elektirîk li ser wan gundan hat birîn û ziyaneke mezin gihîşt tora elekitîkê.