Hezîran 30, 2021 11:42 Asia/Tehran
  •  Li Herêma Kurdistanê 652 kes bi Koronayê ketin

Li Herêma Kurdistanê di rojekê de 652 kes bi vîrusa Koronayê ketin û 6 nexweş bi koronayê jiyana xwe ji dest dan û 572 kes jî ji wê nexweşiyê baş bûn.

Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê dawîn amarên taybet bi vîrusa coronaya nû Covid-19 belav kirin.

Li gor amarên hatine belavkirin di dawîn 24 demjimêran de 7 hezar û 885 pişkinînên Koronayê hatin kirin û di encama wan pişkinînan de 652 pêketiyên nû yên Koronayê hatin destnîşankirin.

Her li gor daxuyaniya hatiye belavkirin, di nava 24 demjimêran de 572 nexweşên Koronayê baş bûne.

Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê aşkere jî kir ku di heyama rojekê de li Hewlêrê 1, Silêmaniyê 3 û Duhokê 2 bi giştî 6 kes bi wê nexweşiyê jiyana xwe ji dest dane.

Li gel dawîn amaran, heta niha li Herêma Kurdistanê 2 milyon û 106 hezar û 972 pişkinînên Koronayê hatin kirin, ji wan 184 hezar û 993 kes tûşî vîrusa Koronayê bûne û ji wê hejmarê jî, 173 hezar û 141 kes baş bûne û 4 hezar û 471 tûşbûyên Koronayê jî jiyana xwe ji dest dane.

Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê careke din daxwaz ji xelkê kir ku pabend bin bi rênimayiyên tendirustî, dûrketina ji cihên qelebalix û bikaranîna mask û herwiha di demeke pêwîst be peywendî bi Hêla Germ a hejmar 122 bikin.

 

Serepeyv