Hezîran 27, 2021 11:58 Asia/Tehran
  • Dijeterorê Kurdistanê derbarê êrîşa duh li Hewlêrê de daxuyaniyek belav kir

Dezgeha Dijeterorê ya ser bi Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê ve zanyariyên nû derbarê êrîşa droneyî ya îro berbangê li ser Hewlêrê de balav kir.

 Dezgeha Dijeterorê ya ser bi Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê ve duh zanyariyên nû derbarê êrîşa droneyî (balafirên bêpîlot) ya berbangê li ser Hewlêrê de balav kir.

Li gor daxuyaniya Dijeterorê Kurdistanê, 3 drone li ber xaniyekî welatiyekî gundê Birax yê ser bi Hewlêrê ve ketin û droneyek li çola çiyayê Tarîn ket xwarê.

Dijeterorê Kurdistanê diyar kir, “Îro 26.06.2021ê saet 01:50 de 3 drone li mala welatiyekî li ser rêya Sêwle ya li gundê Birax ê nêzîk nahiya Mela Omer a parêzgeha Hewlêrê ketin ku du ji wan droneyan diteqin, lê yek ji wan nateqe. Xweşbextane ji bilî ziyanên madî, ti ziyaneke canî çênebûne. Herwiha droneyek jî li çola çiyayê Tarînê ketiye xwarê.

Wek hatiye destnîşankirin, hin diruşmeyên cuda cuda li ser baskên droneyan hatine nivîsandin.

Dijeterorê Kurdistanê her wiha tekez kir ku lêkolîn derbarê vê êrîşê de berdewam in û encamên wê jî ji her aliyekî re aşkere dikin.

Serepeyv