Hûrgiliyên bombebarana Tirkiyê li ser gundên Amêdiyê ya Herêma Kurdistanê
Ji ber bomberanên Tirkiyê li gundên Dêreş û Mijê yên ser bi Dêrelûkê ve bi dehan serî pez mirar bûn û ziyaneke mezin gihêşt xelkê navçê. Xwediyê pez dibêje, "Ev karê Tirkan e. PKK li vir nîn e û ti caran nehatiye gundê me."
Balafirên artêşa Tirkiyê duh saet 15.00 bi awayekî dijwar gundên Dêreş û Mijê yên ser bi Dêrelûkê ve li Amêdiyê li parêzgeha Duhokê bombebaran kirin.
Pezê ajeldar Şîmal Sebrî jî bû armanca êriş û bombebaranên balafirên Tirkiyê û bi dehan serî pez mirar bûn.
Şîmal Sebrî derbarê êrişên Tirkiyê û ziyanên bombebaranê de ji Rûdawê re ragihand, “Ev karê Tirkan e, her derî bombebaran dikin. PKK li vir nîne û ti caran nehatiye vir jî. Di bombebaranê de 80 ta 100 serî berx û mî mirar bûn. Bi qasî 150 milyon dînar jî ziyana maddî çê bûye.”
Malbateke xelkê Bedrîka deşta Neynewa ji Adara derbasbûyî ve şivanê pezê Şîmal Sebrî ye ku hejmara pezê wî digihije 1000 serî.
Endamên wê malbatê dema ku balafirên Tirkiyê ew dever bi dijwarî bombebaran kir, li malê bûn û xelkê navçê jiyana endamên wê malbatê rizgar kir.
Ev yek di demekê de ye ku artêşa Tirkiyê bombebaranên xwe li ser xaka Herêma Kurdistanê bi hinceta hebûna şervanên PKKê zêde kirine û tenê ji duh ve 12 caran derdora gundên Mijê û Spîndar bombebaran kirin ku ew gund 5 kîlometre ji navenda qeza Amêdiyê dûr in û dikevin devera Berê Garê.