Hezîran 24, 2021 10:52 Asia/Tehran
  • Li Herêma Kurdistanê 11 kesên din bi Koronayê canê xwe ji dest dan

Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 533 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine.

Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 533 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 11 kesan canê xwe ji dest dane.

Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniya xwe de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 533 kes bi vîrûsa koronayê ketine, ku ji wan 110 kes li Hewlêrê, 162 kes li Silêmaniyê, 223 kes li Duhokê, 37 kes li Germiyanê û 1 kes li Raperînê ye.

Herwiha ragihand ku di nav 24 demjimêran de 11 kesan jiyana xwe ji dest dane, ku ji wan 1 kes li Hewlêrê, 1 kes li Silêmaniyê, 6 kes li Duhokê, 1 kes li Helebceyê û 2 kes li Germiyanê ne.

Li ser hejmara nexweşên baş bûne, hat eşkerekirin ku di 24 demjimêran de 507 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne, ku ji wan 62 kes li Hewlêrê, 212 kes li Silêmaniyê, 198 kes li Duhokê, 4 kes li Helebceyê, 27 kes li Germiyanê û 4 kes li Raperînê ne.

Amarên giştî:

Pêketin: 181668

Mirin: 4433

Başbûn: 170097

 

 

Serepeyv