Hezîran 24, 2021 10:41 Asia/Tehran
  • Mesrûr Barzanî di gel nûnerê taybet ê Amerîkayê civiya

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî duh çarşemê 23yê Hezîrana 2021ê pêşwazî li Nûnerê Taybet yê Amerîkayê yê di Hevpeymaniya Navdewletî ya dijî DAIŞê de John Godfrey û şanda ligel wî kir.

Li gorî rapora Kurdistan24ê, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî duh çarşemê 23yê Hezîrana 2021ê pêşwazî li Nûnerê Taybet yê Amerîkayê yê di Hevpeymaniya Navdewletî ya dijî DAIŞê de John Godfrey û şanda ligel wî kir.

Di hevdîtinê de pêşhat û guhertinên li Iraq û Sûriyê û hewldanên berdewam ên di rûbirûna gefên terorîstên DAIŞê de hatin gotûbêjkirin.

Nûnerê Amerîka yê di Hevpeymaniya Navdewletî de nîgeraniya xwe li ser zêdebûna gefên DAIŞê li hinek deverên Iraq û Sûriyê nîşan da û tekezî li ser girîngiya berdewambûna piştevanîkirina Pêşmerge û artêşa Iraqê di nehîştina wan gef û metirsiyan de kir. Wî herwiha destnîşan kir ku hefteya bê dê li paytexta Îtalyayê civîneke taybet a Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê were lidarxistin.

Kurdistan24ê her wiha nivîsiye: "Serokwezîrê Herêma Kurdistanê jî spasiya Hevpeymaniya Navdewletî kir ji ber piştevanîkirina Pêşmerge û aktîfkirina navendên hemahengiyê di navbera Pêşmerge û artêşa Iraqê de li deverên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê girîng zanî bo nehîştina gef û metirsiyên DAIŞê.

Mesrûr Barzanî anî ziman ku girîng e şandeka Herêma Kurdistanê jî beşdarî civîna Hevpeymaniya Navdewletî ya Romayê bibe."

Serepeyv